7 Aralık 2011 Çarşamba

Bilbilê bindestan Cigerwxîn

Bilbilê bindestan Cigerwxîn

Berken Bereh

Netew jî mîna insanan jîndar e, ango, bi goşt û laş e. Lewra netew ji mirovan pêk dihêt. Her netewek xwedî çand, wêje, dab û nerînên cuda ne. Bi dem û civakê re çand û wêje jî dihête guherîn û li dûv astê hilberîn û alavên hilberînê teşe digirin. Civak û netew di çi astî de dibin bila bibin, bivêt-nevêt hunermend û wêjevan jî di wî astî de ne. Lê hunermend û wêjevanê zîrek û afirîner gelek caran dahatûya civak û netewa xwe dibîne û bi afirandina berhemên xwe rê li ber rêvebir û desthilatdarên civak û netewa xwe vedike.
Mixabin ev pîvan û taybetiyên asayî ji bo netewa me kurdan qet çênebûye. Ji ber ku bi hezaran sal netewa kurd di bin sitemkarî û zordariya gelên din de maye. Digel vê yekê çand û wêjeya kurdî jî li dûv netewên serbixwe her li paş mane. Lê ev nayê wê wateyê ku kurdan di warê wêje yê de qels in. Wêjeya kurdî, bi taybetî jî helbesta kurdî di destpêka sedsala 20 an de rê û mercên geşedanê dîtin. Çi li Başûr, çi li rohilat û çi li Rojavayê Başûr gelek kesan kul, xem, êş û azara xwe û ya netewa xwe bi rêya helbestê derxistin. Lê yek ji van helbestvanan wusa bi hostayî û bi zanayî ev kir ku di demek kin de hem nav û dengê wî û hem jî jarî û bindestiya kurdan ragihand her deverê dinê; Cigerwxîn
Dema em xwe noqî deryaya afirîneriya Cigerxwîn bikin, divêt di serî de em ajnebariyek zîrek û xwedî bêhneke bêhempa bin. Lewra Cigerxwîn helbestvanekî wusa ye ku dikare me bi henase û berhemên xwe dorpêç bike û bixeniqîne. Ango, berî em dahûrandineke bi rêkûpêk bikin, divêt me hay ji rewş û civaka xwe, rê û rêbazên berhemdariyê, ekol û teşeyên afirandinê hebe.
Berî ku em xwe noqî deryaya afirandin û berhemên wî bikin, divêt em çend dîmenan ji jînenîgariya wî, rewş û mercên civaka ku têde jiyaye bînin bîra xwe.
Cigerxwîn di sala 1903 an de li bakurê welêt, li herêma Torê, li gundê Hesarê ku niha girêdayî Kercewsa Êlihêye hatiye dinê. Hê di 16 saliya xwe de dê û bavê wî çûne ber dilovaniya wedê û sêwî maye. Piştî mirina dê û bavê xwe ew bi piranî li cem xwişka xwe û birayê xwe yê mela dimîne. Xwişka wî bêhtirîn wî dişîne ber pêz, ango, wî dike şivanê pezê xwe û yê cîranan. Lê gelek caran vedigere gundê xwe, an jî Şebetxanê (Dêrik). Beriya ku dê bimire bi demekê li gund bi erebî dixwîne û Qur'anê heta nîvî ji ber dike. Di bist saliya xwe de dest bi xwendin û nivîsandinê dike. Ji ber ku xwendina wê demê li medresan dibû û feqehan hem li medresan dixwend û hem jî jiyana xwe li medresê, an jî li mizgeftê didomandin, Seydayê Nemir xwendina xwe li gelek bajar û gundên Kurdistanê domandiye ta îcazeta xwe bi dest xistiye. Gelek caran jî ji ber sedemê şer û pevçûnên êl, eşîrtî û mêrkujiya navxweyî, cî û warê xwendina xwe guhertiye. Ew di jiyana xwe de rastî gelek zilm, sitemkarî û nefiyê hatiye. Şerên cihanê ê yekemîn û duyemîn û bandora wan a li ser gelê kurd û herêmê bi çavên xwe dîtiye. Parçebûn, talanbûn û têlên zingarî li ber çavên wî avêtine gerdena welatê wî.. Bi kurtayî heta roja xwe ya dawî jî di nav feqîrî û belengazîyê de û hemû serpêhatiyên li vê erdnîgariyê jiya ye. Ew bi xwe bûye alîgir, an jî dijberiya bûyer û rûdanan kiriye. Bi çavên xwe parçebûna welatê xwe dîtiye. Raperîn û berxwedana kurdan a li her çar aliyê welêt wek têkoşerekî jiya ye. Hema bêje gund bi gund li welatê xwe geriyaye û xizanî, rebenî, jarî, mêrxasî û gernasiya wan dîtiye. Li mêrgên şîn, li çiyayên berfîn, li zozan û deştên germîn jiyaye.
Seydayê Nemir li Dêrikê(Şebetxanê) dest bi nivîsandina helbestê dike. Cara yekem li hember neqenciya melayekî ku xwarina wan çêkiribû û nehiştibû bi wan re lê bi feqeh û zarokan re bixwin, nivîsandiye. Vê serpêhatiya xwe di kitêba xwe ya "Jînenîgariya min" de wiha dibêje: - Min di wê çaxê de ristek nivîsî da destê Mele Îskender Efendî û Seydayê Mezin got:
- Kuro kê ev rista ha çêkiriye? min got:
- Ez benî min çêkiriye. Seydayê Mezin got:
- Ji bil ko di biwara we de Mela Yûnis neqencî kiriye, lê ev rista te gelek xweş hatiye. Pê de here tê bibî ristevanekî mezin.

Ew rist jî ev e: "Ehmedê Qêsim şehê bêkevçî ye,
Li bin siya darê tenê rûniştiye
Mela Elî zû gazî Haris, Hemo kir
Gotî; em çûn hûn werin teşbîhê gur"(r;91)

Belê ji van ristan jî xuya dibe ku Seydayê Mezin li hember neheqî û sitemkariyê helbest nivîsandiye û heta dawiya temenê xwe jî ev taybetmendî û berxwedêriya xwe domandiye. Di dîwanên wî de beşê mezin ev cure helbest cî digrin û navê wî bûye şûr û gurz di destê xizan û jaran de li hember desthilatdarên zordar û sitemkar.
Seyda ji bo xwendina xwe hem li navçe û bajaran digeriya û hem jî ristên xwe dinivîsandin. Piranî jî bi awayê Ehmedê Xanî ku teşeya di Mem û Zînê de bikar aniye dinivîsand. Lê dema li Amûdê Mîr Celdaet Bedirxan lê bû mêvan û bo helbest nivîsandinê qala rê û rêbazên nûjen kir, dev ji teşe, awaz û honandina berê kir. Seyda di vî warî de wiha dibêje;
"Zû gazî min kirin û gotin; Mîrê Botan dixwaze te bibîne.
"Dilxweş çûme cem Mîr û ji min hin pirsên torevanî, ristevanî kirin û dawî got: 'Ez Dixazim hin ristên te bibihîzim.' Min hin ji ristên xwe jê re gotin û wî ji min re got:
"Ristên te yên yekane pir xweş hatine. Dixwazim tim li vê gorê çêkî û ji min re bişênî Şamê ko di Hawarê de belav bikim. Bi ya min bî, tê dev ji awayê Xanî, Mem û Zînê berdî. Ev îşê çîrokan e Seyda!" Min gotina wî xist serê xwe."
Cigerxwîn êdî helbest û ristên xwe ji Mîr Celadet Bedirxan re dişîne û bi saya Mîr Celadet Bedirxan û Kamûran Bedirxan helbest û ristên wî di kovarên"Hewar", "Roja Nû", "Stêr" û "Ronahiyê" de dihêne weşandin. Bi van kovaran nav û dengê Cigerxwîn li her deverê ku kurd lê dijîn belav dibe.
Cigerxwîn êdî ne mela ye, ristevanekî hosta û helbestvanekî hêja ye. Melatiyê tenê bo aborî û jiyana xwe ya rojane berdewam bikar dihêne. Kar û xebata wî ya herî giran li ser helbestê ye. Tim dixwêne û dinivîse. Bi her xwendin û gera xwe ya li welêt, serpêhatî û rûdanan turikê xwe dadigire û wan bi ristan li ser kaxizan reş dike. Berhemkarî û pir nivîsandina wî bi ya min, bi jiyana wî û rewşa welêt ve girêdayi ye. Ew bi xwe mirovekî diltenik, nazik û hestiyar û pêjinker bû ye. Ma ê di kesekî xwedî van taybetmendiyan be dikare li welatekî ku ji serî heta binî dinav bextreşî, talan, êş û azar û sitemkariyê de bi rehetî binive û neqîre. Wê demê welat li ber çavên wî dihête parçekirin, talankirin û wêrankirin. Xizanî, jarî û bindestî heta heft qatên ezmên hilkişiya ye. Di navbera êl û eşîran de tim kuştin, talankirin û malwêranî ye. Şêx, âxa û beg li ser gel zordariyê dikin. Her raperîn û berxwedanek kurdan ji ber van sedeman têk diçe. Her ku diçe têlên zingarî li ser gerdana welêt dihêne şidandin. Helbet di van şert û mercan de rist û berhemên Cigerxwîn jî li ser van babetan ava dibe. Ew têdigihije ku heta şêx axa û beg serdestê gel bin û pêşengiya wan bikin, dê ti derd û birînên kurdan çareser nebe. Bo vê yekê jî her tim di civat û civîn û şêvbuhêrkan de dijberî û giliyê wan dike.
Dixwaze kurd di rojek nêzîk de hişyar bibin û xwe ji bin zilm û zordariya wan rizgar bikin.
"Kurdmanc hemî axa û beg û mîr û mela ne
Hikmet ev e, her dem ko belengaz û geda ne.

Axa û began destê sîtem daniye ser wan
Talanker û diz û keleş û bê ser û pa ne.

Şêxan û melan xişt û def û ayet û enwar
Wek gurzê giran dane milan, şêrê xuda ne.

........ Zana ne li cem her yekî sed xap û du sed fen,
Kurdmanc reben hov û dewar, dîl û bela ne.

Ma ez ne ji ber derdê ewan bûme Cigerxwîn
Ev derdê li nav Kurdê wekî jan e di can e.
(Dîwana Kîne Em r; 38)

Cigerxwîn mirovekî ronakbîr û hişmend bû û di bîr, bawerî û ramanên xwe de nûjen bû. Temet helbestê ji siyasetê û felesefê jî fam dikir. Wî dema ku behsa kurdan dikir, dixwest bibêje ku kurd milletek in û ewî ti car parçebûna welatê xwe rewa nedidît û her çend kurd ne xwedî dewlet û komarê bin jî, lê wî tim behsa Kurdistanê dikir.

Bax û bostan im ka?
Ax gulistan im ka?
Dijmin tev girtin ax!
Ax Kurdistan im ka?

Kîne em?
Kurdê Kurdistan
(Dîwana Sêyemîn)

Xakî Kurdistan, bibit bi qurban pir ciwan û paqijî (Dîwana Duyemîn)
Cigerxwîn mirovekî gelperwer, mirovperwer û hestiyar bû. Aşiq û dilsozê gelê xwe bû. Ji qewmiyeta xwe gelek hez dikir. Kurdperwerekî bêhempa bû. Heta goşt û neynûk û bi hemû şaneyên xwe li netewa xwe xwedî derdikeft. Wî baş dizanî ku rêya interrnasyolî jî bi xwedî derkeftina netewa xwe ve girêdayiye. Ango kesê ku hez ji netewa xwe neke û pê ne bawer be nikare bibe internasyolîst jî.VV Marksî me dixwazim
Li her derê dibazim
Kûbîme-serfiraz im
Berî her tiştî Kurd im.
Hosta û Mîrê helbesta kurdî Cigerxwîn, ji biçûkatî û heta bêhna xwe ya dawî hiş, mêjî û wî dilê xwe yê pak tim ji bo xizan, belengaz, hejar û karkeran re bi kar anî. Lewra wî hê di zarokatiya xwe de gelek zilm û zor û neçêyiya axa, beg, kevneperest, mela û şêxan bi xwe dîtibû û gelek ji destê wan kişandibû. Bo vê yekê jî her tim dixwest gel bi van xwînmijan bihese û li hember wan hişyar be û diberxwe bide. Wî dizanibû ku heta ev zaliman hebin welat zor dihête rizgarkirin. Ji ber ku wan tim hevalbendiya mêtingeran dikir û dijminatiya gelê xwe ji xwe re bo dravan bidest bixin bikar dianîn:
Ev rengê biratî me nevê ger timî wa bin
Hevsarê me girêdayî bi kurtanê kera bin.
Ew begler û axa û emê jî jar û geda bin
Ew rençberê dijminan û emê rençberê wa bin.
Ey karker û cotkar bes e dem hatiye rabin!
(Dîwana Duyemîn-Sewra Azadî-1954)

Hostayê peyva kurdî Cigerxwîn di hiş, raman, bîr û baweriya xwe de mîna serkaniyên li zozanên welatê xwe zelal û ronî bû. Wî her katê jiyana xwe bo hişyarî ya gel û ji holêrakirina kevneperestiyê têkoşa. Hem bi rabûn û rûniştina xwe ya rojane û hem jî bi peyamên xwe yên dirist, çarîn û helbestan de bi rikeberî daxuyakirin. Ne li hemberê ol û oldarî yê bû. Lê li hemberî wan kesên ku olperestî bo berjewendiyên xwe bikar dianîn bû. Kevneperestî, olperestî û paşverûtiya şêx û melayên sextekar dianî zimên:

Me be olperest ey hevalê delal
Bi her kes re rast û dirist be heval

Bizan ko ne bes ol e tizbî û xişt
Di bin banê şêxan de milet birişt

Heçî tiştê pak e di her ol û dîn
Bihûne, birêse, ji bo me werîn.
(Dîwana Zend-Avesta r.123)

Beg û şêx û axa, diz û zorker in
Di çavên me de hê wekî rêber in
(Her ew Diwan, r. 163)

Ne rojî ew e ko xwe birçî dikî
Belam zanibe ka ji bo çi dikî?
(Her ew Diwan, r. 165)

Seyda Cigerxwîn di heman demê de mîna nûjdarekî zana, jêhatî û xwedî zanîn bû. Wî di beytên xwe de tiştine ku ji bo tenduristiya mirov ne baş in birêz dikir û digot; xwe ji wan dûr bixin:
Tu parêzê bigre ji tiştên bi rûn
Eger ko bixwî jî, bixwe nerm û ron

Giya û ber û zebze bêtir bixwe
Çiqa ko bi xurtî bikarî bixwe

Çi tiştên ko tê de witamîn heye
Bixwe ew ji bo te gelek fêde ye

Ne dagre, ne vala bihêle tu zik
Ji şor û tewaşê xwe bigre bi rik

Me xwe herçî tiştê bi don û giran
Tu qenc hûr bike bide ber diran
(Her ew Dîwan 165-166)

Seyda, li hember êlperestî û neteweperestiyek xav bû;
Mebe êlperest ey kurê xwendevar
Hemî kurd yek in ey keça namîdar
Dema êl û bavik nema ey heval
Di ser re buhurtin gelek çax û sal
Rizîne, genî ne, mebe êlperest
Ku dijmin ji bavê me ev reng dixwest
Çi Xerza û Bota û Zaza û Tor
Çi Kurmanc û Kelhor, çi Goran û Lor
Hemî qey ne kurd in çima perçe bûn?
Bi destê neyaran ve berdan hebûn
Zend-Avesta r;115-116

Gelek giramî dida kesên ku bi zmanê xwe diaxivîn. Lewra wî gelek baş dizanî hîm û stûna bingehîn a netewebûnê ziman e. Ji bo wê jî tim bangî gel dikir ku bi zmanê xwe rabin û rûnên û heta ji wan dixwest ku hînî zimanekî dewlemend jî bibin;
Vejêne zimanê xwe ey xwendevan,
Nebûye milet hîç kesek bê zman
Tu kurmanciya xwe ji bîra nekî
Eger baş nizanî divê zêdekî
Zimanê biyanî dixwênî çira
Zimanê xwe carek naxwênî bira?
H. Dîwan r.77-78

Seydayê nemir her wekî derheqê şoreşgerî, serxwebûn, propoganda nêçîrvanî, lîstik û yarî, evîn û evîndarî, jin, dîrok, kesayetiyên hêja, dostî, biratî, şer aştî.... jî nivîsine. Seyda her tim biratiya gelan, wekhevî û azadî daxwaz kir. Bo gerdûnek paqij, zelal û hawîrdorek hêşîn têkoşiya. Geh delalî, jarî û bindestiya gelê xwe der kir, geh li kêleka Robson azadiya reşikan dixwest;
Ey heval Robson
Derdê min û te ev derdê giran
Zordestiya ku hate nav cîhan
Fermo em herin
Tevde bigerin…
Sewra Azadî-1954

Bi kurtasî internasyolîstekî gewre û dilsoz bû. Raperîn û têkoşeriya Wîetnamiyan bi coş û heyecanê dişopand;

Diyan-biyan-fû, Diyan-biyan-fû!
Lingê koledar li ser te rabû.
Kurên te gernas xwe dane kuştin
Navek pir bilind ji bo te hiştin
Sewra Azadî-1954

Bengiyê aştî yê û hevalbendê gelan bû. Heta jê dihat banga aştî yê dikir, rû û encama şerê kirêt derdixist holê;
Ji hev re bêjin derd û kulên xwe
Bikin yek hemî bîr û dilên xwe
Barê aştî yê hildin milê xwe
Guh nedin reng û deng û cilên xwe.

Carek bipirsin ji xortê Kûrî
Ka ber dinasî girsî û hûrî
Li ber firokan çi tişte dûrî
Di şer de her dem xwîn e difûrî.

Wek gotina dawî bi munasebeta Sedsalî ya ji dayikbûna wî bi rêz serê xwe û serê pênûsa xwe li ber giyanê wî ditewînim.

ÇAVKANÎ;
1-Kîne Em-A. Balî (Pelêsor Yayınları-1992)
2-Zend-Avista-Şefaq (Weşanên Deng-Stokholm 1981)
3-Hêvî-Aştî (Weşanên Deng-Stokholm-1983)
4-Antolojiya Helbestvanên Kurd (Pelêsor Yayınları-1992)
5- Jînenigariya Min-APEC û Keyo Cigerxwîn (Stokholm 1995)






Hiç yorum yok:

Yorum Gönder